12:45:14
Rojava News: Artêşa Tirkiyê gundên devera Şehba ya li bakurê Helebê bi top û mûşekan armanc dike, di encamê de hate niha 4 kesan canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene.
Li gor hatiye zanîn doh piştî nîvro, artêşa Tirkiyê gundên Ehres, Kefir Hemra, Şêx Îsa û Kefir Nasih bi top û mûşekan armanc dike.
Di encama topbaranê de 4 kesên sivîl canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene, di nava wan de jin û zarok hene.
Hejmarek ji qurbaniyan bo nexweşxaneyên Efrînê hatine veguhastin.
Demek e artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û devera Şehba armanc dike û gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li wan her du deveran dike.
