12:41:47
Rojava News: Li gorî çavkaniyên herêmî, 6 keçên din ên kurdên êzdî li bajarê Mûsilê hatin rizgarkirin. 4 ji wan gihiştin xizmên xwe û yên din jî biryare Îro bigihên malbatên xwe.
Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
Li gorî daxuyaniya Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî Husên Qayîdî duhî di 6 keçên kurdên êzdî li Mûsilê hatine rizgarkirin. 3 ji wan xelkê Tilqeseb û yên din jî xelkê devera Şingalê ne.
Husên Qayîdî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku du ji wan keçan dema ku hatine rizgarkirin birîndar bûne û niha rewşa wan a tendirustî baş e.
Wek tê zanîn di dema êrişa DAIŞê ya li dijî Şingalê de zêdetirî 6 hezar kurdên êzidî ketibûn destê DAIŞê û heta niha 3 hezar û 55 kurdên êzidî hatine rizgarkirin û hêj çarenivîsa 3 hezarên din ne diyar e.
