12:59:11
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumên Kurdistanê amadehiyên referanduma serxwebûnê li Kerkûkê dest pê kirin.
Li gorî nûçeya BasNewsê endamê rêveberiya giştî ya Komîsyona Hilbijartin û Referanduman Karwan Celal ragihand ku me li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî dest bi amadekariyên referandumê kir. Çi amadekarî bo Hewlêr, Silêmanî û Dihokê were kirin bo deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî têne kirin.
Endamê Komîsyona Hilbijartin û Referanduman Karwan Celal di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Kerkûkê ti arîşeyek li pêşiya me nîne, tenê koçberên bajarê Hewîcê hene, ew jî dê li kampan deng bidin."
Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê roja 25 Îlona 2017an dê were lidarxistin
