13:04:06
Rojava News: Li navçeya Herdanê koçeke çekdarên DAIŞê ketine kemîna Pêşmergeyên Leşkerê Roj û di encamê de 17 çekdar mirin.
Fermandarekî Pêşmergeyên Leşkerê Roj ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 11: 45ê şeva Sêşemê, 11-07-2017, li nêzîkî gundê Mûseles a navçeya Herdanê, 17 terorîstên DAIŞê ketine kemîna pêşmergeyên me. Di dema pevçûnê de 2 terorîstan xwe teqand û 15 ji wan jî hatine kuştin.”
Fermandarê pêşmerge da zanîn, ku hêzên navçeyê jî di dema pevçûnê de hevkariya wan kirine.
Li gorî zanyariyan ev koma çekdarên DAIŞê ji Tileferê ve hatine û xwestine êrîşê çeperên pêşmergeyan bikin.
