Tirkiyê ava çemê Reş li ser Efrînê qut kir!

Tirkiyê ava çemê Reş li ser Efrînê qut kir!

00:34:37

 

Rojava News: Li ser sînorê Kilîsê ku nêzîkî Efrîn û Ezazê ye, Tirkiye bircekî zêrevaniyê bi bilindahiya 25 metran ava kiriye. Herwiha Tirkiyê ava çemê Reş (Eswed) jî li ser Efrînê qut kir.

Li parêzgeha Kilîs a nêzîkî sînorê Efrînê û Ezazê yên di nava axa Sûriyê de, Artêşa Tirkiyê bircên ewlehiyê ava dike.

Tirkiye dibêje, ji bo ku rê li ber derbasbûnên ne yasayî were girtin, ew wan bircên bilin ava dikin, ku hinek ji wan 5 qatî ne.

Herwiha li ser xeta sînor li gel bircên ku berê bi qasî 8 metran bilind bûn, bircekî din ê çavdêriyê tê avakirin, ku bilindahiya wê 25 metr e.

Tirkiyê ava Çemê Reş (Eswed) li sere Efrînê birî

Piştî qutkirina ava çemê Firatê li ser herêma Kobanê, hikûmeta Tirkiyê ava Çemê Reş (Eswed) jî li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê qut kir.

Bi wê pêngava nû ya Tirkiyê, zirarên mezin digihîje berhemên çandiniyê yên li navçeya Raco ya Efrînê.

Zeviyên beroj ên li deştên Meydan Ikbis ên girêdayî navçeya Raco ya Efrînê yekser ji ber qutbûna ava Çemê Reş zirarê dibînin.

Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê jî diyar kir, ku 100 hektar zeviyên beroj li wan navçeyan bi qutkirina ava çemê Reş re wê rastî hişikbûnê werin.

Berî niha jî Tirkiyê ava çemê Feratê li ser herêma Kobanê qut kiribû û ji ber wê yekê jî gelek ziyan gihîştibû zeviyên welatiyan. Herweha kirîza peydabûna ava vexwarinê jî li Kobanê girantir bibû.

 

Ew pêngavên Enqerê di çarçoveya gefên wê dawiyê yên wî welatî bo ser Efrînê de ne.