14:11:03
Rojava News: Amerîka li Rojavayê Kurdistanê balafirgeh û navendeka din ya serbazî avadike.
Li gor zanyariyên ji deverê hatin wergirtin: Amerîka li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê navendeka din ya serbazî çêdike û çêkirina wê jî hîn xilas nebûye.
Navenda nû 40 km dûrî Hesekê û li rojavayê wî bajarî ye û balafirgeh jî tê de heye.
Tê zanîn Amerîka du navendên din jî li Rojavayê Kurdistanê çêkiriye. Yel li bajarokê Rimêlanê ye ya din jî li Kobanî ye.
