Şerqel Ewset: Ji bo ku suneyên ereb guh nedan Barzanî şikestin

Şerqel Ewset: Ji bo ku suneyên ereb guh nedan Barzanî şikestin

13:19:38

 

Rojava News: Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Şerqel Ewset û nivîskarê navdar di gotara xwe de ragihand ji bo ku suneyên ereb ên Iraqê guh nedan Barzanî şikestin.

Gerînendeyê Giştî û sernivîskarê rojnameya Şerqel Ewset Xessan Şerbel di gotara xwe ya îro de ragihand ji bo ku suneyên ereb ên Iraqê guh nedan Barzanî şikestin. Piştî têkçûna rejîma beas a Iraqê di sala 2003an de, hejmarek rêvebirên suneyên ereb ên Iraqê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Barzanî di wê civînê de daxwaz ji rêvebirên sune kir ku yekgirtî bin û daxwaza herêmeke taybet bikin ku hûn parastî bimînin.

Xessan Şerbel di berdewamiya gotara xwe de got: Rêvebirê suneyên ereb guh nedan gotinên Serokê Herêma Kurdistanê û rastî şikestê hatin. Ji aliyekê ve Îran dest danî ser Iraqê, ji aliyê din ve sune ji hukimraniya Iraqê qutbûn û hatin dûrxistin. Destkeftiyên wan ji dest wan çûn, rêua Bexdayê ji wan re hat girtin û beşa mayîn jî çû kêleka rêxistinên terorîst."

Şerbel di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de roleke mezin lîst û dawî li xewnên rêxistinê anî."