Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be

Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be

01:12:44

 

Rojava News: Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Martyn Warr ragihand, dê Brîtanya alîkariya leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Birîtaniyayê li Hewlêrê, Martyn Warr û şanda digel wî re civîya.

Di hevdîtina ku 17ê Tîrmehê pêk hat de, Martyn Warr digel alîkarî û hemahengiya navbera dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Brîtanya ya li Hewlêrê, daxwaza berfirehkirina têkiliyên navbera Hewlêr û Londonê di hemû waran de kir.

Li gor daxuyanîya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Warr behsa mêrxasî û çavnetirsiya gel û pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û hewandina hejmareke zêde ya penaberan wek babeteke girîng nirxand.

Konsulê Brîtanî bal kişand ser ku dê alîkariyên welatî wî yên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Hikûmeta Brîtaniyayê kir ku alîkariyên serbazî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê dişînin û dixwazin têkiliyên dualî bipêştir bikevin.

Barzanî derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê de agahî dan û diyar kir, Brîtaniya di vî warî de dikare bi rêya teşwîqkirina kompanyayên welatê xwe ji bo cîbicîkirina projeyên sermayedaniyê li Herêma Kurdistanê rola xwe bilîze, bi awayekî ku Herêma Kurdistanê bikin navendekê ji bo projeyên xwe yên li seranserê Iraqê.