Nêçîrvan Barzanî: Bertekên dewletan li ser referandumê asayî ne

Nêçîrvan Barzanî: Bertekên dewletan li ser referandumê asayî ne

10:29:29

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, PDKê bi fermî daxwaza civînê ji Goranê kiriye û amadeyiya xwe nîşan daye, bo çalakkirina bê merc a Parlamentoya Kurdistanê. Derbarê bertekên li hember referandumê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Bertekên navdewletî û herêmî yên derbarê referandumê de asayî ne.”

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civîna xwe saz kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de axivî û ragihand, ku hewlên aliyên siyasî bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê berdewam in û di vê bareyê de Partiya Demokrata Kurdistanê  bi şêweyeke fermî daxwaza civînekê ji Tevgera Goranê kiriye û amadeyiya xwe ji bo çalakkirina bê merc a parlamentoyê nîşan daye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa mijra referanduma Başûrê Kurdistanê jî kiriye û di vê bareyê de gotiye: “Referandum bi xwe armanc nîne, belku rêyeke bo armanceke mezintir ku serxwebûna Kurdistanê ye. Yekrêziya gelê Kurdistanê û aliyên siyasî jî garantiya serkevtina referandumê ye û em dê hewlekê bidin, ji bo ku referandum serbikeve û piştî wê yekê jî em dê bikevine proseyeke cidî ya gotûbêjê li gel Iraqê, da ku bi şêweyeke aştiyane em bigihîjin armanca mezin, ku ew jî serxwebûn e.”

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku referandum mulkê hemû gelê Kurdisatanê ye û bi tenê ya aliyekê nîne û got: “Di referandumê de serkevtî û binketî nîne û em hemû pêkve serkevtî dibin, weke çawan ku berovajiya wê jî rast e.”

Derbarê bertekên navdewletî û herêmî yên li ser referandumê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ew bertekên welatan bi asayî bi nav kir û got: “Bertek asayî ne û wan hinek têbînî li ser dema sazdana referandumê hene.”

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha aşkere kiriye, ku “Nêçîrvan Barzanî encumena wezîran raspratiye, da ku bi hemahegiya li gel wezaret û dezgehên pêwendîdar dosyayek bi zanyariyên hûr û hejmar ve li ser mijarên têkildar bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo danûstandinên li gel Iraqê amade bike û têde were zelalkirin, ku çawan Hikûmeta Iraqê reftareke nedadperwerane û neyasayî li gel Herêma Kurdistanê kiriye û dike, bi taybet jî di warên têkildar bi Pêşmerge, bûdce û qerebûkirina ew hemû zirarên ku li ser destê rejîmên yek li pey yek ên Iraqê gihîştine Herêma Kurdistanê. Bi taybet jî qerebûkirina qurbaniyên Enfal û wêrankirina jêrxana Herêma Kurdistanê, herwiha beşa Herêma Kurdistanê ji deynên navdewletî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna di sûdmendbûn di dahat û desthilata li Iraqê de, zêdebarî alîkarînekirina Herêma Kurdistanê ji vehewandina ew hejmara zêde ya aware û penaberan ku pêşwazî li wan kiriye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser wê jî kiriye, ku “Herêma Kurdistanê amade ye li gel Iraqê bi şêweyeke aştiyane bikeve nav proseyeke dirist a danûstaninê bo çareserkirina arîşeyan û gihîştina gelê Kurdistanê bi daxwaz û mafên rewayên wê.”