Rewşa serkirdeyên PDK-Sê yên li zindanên PYDê dibin metirsiya tenduristî de ye!

Rewşa serkirdeyên PDK-Sê yên li zindanên PYDê dibin metirsiya tenduristî de ye!

12:54:55

 

Rojava News: Rewşa tendirustî ya 2 serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) li girtîgehên PYDê  xirab e.

Çavkaniyekê ji Efrînê ragihand ku rewşa tendirustî ya Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo li girtîgeha ku dibin kontrola PYDê de ye  li Efrînê xirab e. Di demekê de ku serdana kesûkarên wî jî li ser wî hatiye qedexekirin.

Ebdulrehman Apo şeva çarşema 12.07.2017an hatibû destgîrkirin û telefon û laptopa wî jî, ji aliyê asayişa Efrînê ya bi ser PYDê ve hatibûn desteserkirin.

Di heman çarçoveyê de çavkaniyekê ji Qamişlo ragihand ku rewşa tendisrustî ya endamê Polîtbîroya PDK-S Mihsin Tahir jî xirab e.

Lê tevî ku roja 10.07.2017 ew bi sedema xirabiya rewşa tendirustî hate veguhastin bo Nexweşxaneya Nûr li Qamişlo, lê hêj ew di girtîgehê de ji ber vê rewşa tendirustî zehmetiyan dibîne.

Mihsin Tahir 09ê Gulana 2017an ji aliyê asayişa Qamişlo ya biser PYDê ve hate destgîrkirin.