Artêşa Tirkiyê devera Şehbayê dide ber topan

Artêşa Tirkiyê devera Şehbayê dide ber topan

12:23:41

 

Rojava News: Topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundên devera Şehbayê topbaran dike.

Li gor jêderên ji devera Şehbahê, dohî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê her du gundên Kelcibrîn û Eyn Deqnayê topbaran dikin, topbaran heta niha jî berdewam e.

Ji nêzîkî mehekê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gundên Efrîn û devera Şehbayê didin ber topan, ku heta niha gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.