Girê Spî: Leşkerên Tirk welatiyekî sivîl kuşt!

Girê Spî: Leşkerên Tirk welatiyekî sivîl kuşt!

13:05:16

 

Rojava News: Li Girê Spî welatiyekî dema di nava zeviyên xwe de kar dikir ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hate kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest: Leşkerê Tirkiyê doh piştî nîvro li ser sînorê hemberî gundê Girê Sor ku 15 Km li rojavayê bajarê Girê Spi ye, dema welatiyê bi navê Xelîl Elî (37) di nava zeviyên xwe de kar dikir, di encama gulebaranê de hate kuştin.

Ji ber gulebaranê xelkê gund destpêkê nekaribûn biçin cenazeyê welatiyê ku jiyana xwe ji destda.