Lavrov bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: Mafekî meşrû ye!

Lavrov bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: Mafekî meşrû ye!

22:07:00

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser biryara dengdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku li 25ê Îlonê birêve diçe got, ‘Divê Kurd mafên xwe yên meşrû, eynî wek yên gelên din di çarçoveya hiqûqa navdewletî de bixin jiyanê."

Wezîrê Rûsyayê Lavrov di hevpeyvîna digel televizyona Rûdawê de, bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê dema biryara referandûmê dide divê hemû encamên siyasî, aborî, jeopolîtîk û demografîk binirxîne û wiha got: ‘Divê Kurd mafên xwe yên meşrû, eynî wek yên gelên din di çarçoveya hiqûqa navdewletî de bixin jiyanê. Bi qasî em têdigihin ev biryara referandûmê ya ku rêveberiya Hewlêrê standiye jî vedihewîne nav xwe.'

Lavrov da zanîn ku ew hêvî dikin Herêma Kurdistanê kêşeyên xwe bi rêya dîyalogê û li rêzikên lihevkirinê çareser bike û destnîşan kir: "Ger Bexda û Hewlêr guncaw bibînin, em ê ji wan re bibin alîkar ku ev pêvajo di çarçoveyeke asayî û rêzgirtina her du aliyan birêve biçe."

Lavrov bi bîr xist ku di navbera Moskow û Kurdên Iraqê de pêwendiyeke kevneşopî ya dîrokî heye û got: "Bi hemû tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê re pêwendiyên me hene û em vê bêyî ku zirarê bidin pêwendiyên xwe yên ligel Iraqê pêk tînin."