ENKS amadekariyên kongresa 4mîn dike!

ENKS amadekariyên kongresa 4mîn dike!

22:22:09

 

Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) amadekariyên xwe bo lidarxistina kongreya xwe ya caran dike.

Berpirsê nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd di daxuyaniyekê de ragehand ku, “Ji bo li darxistina kongresa 4mîn dem hatiye diyarkirin.”

Herweha Newaf Reşîd di axaftina xwe ya ji bo K24ê de gotiye  “ji ber gelek astengiyan, em tekez nakin ku kongre lidar bikeve, ji ber ku rojane baregehên me têne girtin û endam û serkirdeyên me tên girtin û siyast jî tê qedexekirin.”

Derbarê tevlîbûna partiyên ku beriya niha ji ENKSê cuda bûne wî berpirsî da zanîn ku, deriyê ENKSê ti carî li pêş ti partiyeke siyasî nehatiye girtin.

ENKS hevgirtineke siyasiye li Rojavayê Kurdistanê ye û li gor serkirdeyên ENKSê dibêjin lidarxistina kongrê dê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê be û niha çavê alîgirên ENKSê li benda  dema kongreyê ne.