Rêveberiya xweser li Afrînê nirxê nên buha dike

Rêveberiya xweser li Afrînê nirxê nên buha dike

22:41:07

 

Rojava News: Rêveberiya Efrînê ya bi ser PYDê ve nirxê nan bilind kir, ku nirxê 1kîlwê bû 125 leyreyên sûrî li şûna 100 leyreyê, û piştevaniya rêveberiyê 25% hat kêmkirin, lê nirxê nan li pêjgehên taybet nehat guhertin, ango kîlweya nan bi 200 leyreyê ma

Encumena navbûrî da zanîn ku ji ber dorpêça li deverê ew ê berdewam piştevaniya pirojeyên pêşxistinê û yên giştî bike

Li devera Afrînê 35 pêjgeh dixebitin, ji wan 2 yên rêveberiyê ne, ku yek li navenda bajêr e û ya din li navçeya Şera ye, û yên din pêjgehên taybet in

Tê zanîn ku tevahiya pêjgehên Afrînê arvan ji 4 aşan bi dest dixin, ku ew aş rojane 100 ton ard berhem dikin, û ew teqn pêdiviya pêjgehên deverê peyda dike

Ji xwe diyar e ku rêveberiya giştî ya zad a girêdayî rêveberiya xweser nirxê kirîna kîlwa genim ji cotkaran bi 146 leyreyên sûrî terxandiye