Şehba: Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereyê di bombebaranê de berdewame!

Şehba: Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereyê di bombebaranê de berdewame!

11:57:52

 

Rojava News: Artêşa  Tirkiyê  û çekdarên dijbereya Sûriyê yê bi ser arteşa azad a Sûriyê dîsa gelek deverên Şehba dane ber topbaranê.

Arteşa azad a Sûriyê ya bi ser dijbereyê îro ji gundê Kilcibrînê dest bi topbarana gundên Eyn Deqnê û Minx ên Şehbayê kirin.

Di topbaranê de çekên giran yê wek Hawanê bi kar anîn.

Li gor hin zanyariyan ta niha jî topbarana ku ji aliyê leşkerên Tirk û çekdarên dijbereyê ve tê meşandin didome.