Rojava News: Şeva borî şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge 2 navçeyên girîng ên bajarê Kobanê li ser çemê Firatê ji DAIŞê paqijkirin.
Çavknaiyeke leşkerî ji Hêza Piştgirî ya Yek û Du yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve li bajarê Kobanê got: “Duh roja Înê 13.02.02015an şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge, êrîşeke berfireh bo ser gundên Sêwe, Ebtar û Tormanê encamdan û li demijmêr 10 şeva borî, karîbûn wan gundan ji çekdarên DAIŞê paijbikin.”
Derbarê girîngiya wê navçeyê de wê çavkaniyê diyar kir ku “Ew gund bi qasî 30 kîlometran ji bajarê Kobanê dûrin û dikevine ser çemê Firatê û navçeyên herî girîngin li başûrê Kobanê.”
Çavkaniyê da zanîn ku “Em û şervan di pêşdeçûnên berdewam de ne ji bo azadkirina tevahiya gundên di destê çekdarên DAIŞê de û li her cihekî pêwîst bû bi alîkariya şervanan wê pêgehên DAIŞê topbaran bikin.”
