DAİŞê êrişî gundê kurdan kir: 4 kuştî û 2 kes winda ne!

DAİŞê êrişî gundê kurdan kir: 4 kuştî û 2 kes winda ne!

13:08:53

 

Rojava News: Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din êrişî gundê kurdan yên bi ser bajarê Kerkûkê kirin.

Li gorî zanyariyên berdest, grûbeke milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din bi awayê veşartî derbasî Gundê Tepey Duserê yê navçeya Daquka Kerkûkê bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî terorîstên DAIŞî li Gundê Tepey Duserê yê navçeya Daqukê êrişî malbatake kurdên kakaî kirin. Li gor agahiyên bi dest ketine di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, jin û zarokek jî winda ne.