13:31:13
Rojava News: Sala çuyî wek îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de gelek kurdê sivîl şehîd û birîndar bûn.
Herweha gelek ziyanên madî di mal û milkên sivîlan de pêk hat.
27′ê Tîrmeha sala 2016′an demjimêr li 09.25 xulekan de teqîneke mezin bi reya xwekujê DAİŞê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo pêk hat û di encamê de du avahî bi temamî bi ser welatiyan de ruxiya.
Encama teqîna xwekujiya DAİŞ ya li taxa Xerbi ya Qamişlo yê de 58 sivîl, şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn.
Qamişlo ji dema teqînê ta îro hewla pêçandina birînê xwe dike û îro Qamişlo careke din xemgîne.
