14:11:27
Rojava News: Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihsin Tahir li bajarê Qamişlo, ji girtîgehên Asayişa Rojava ya bi ser PYDê ve hate azadkirin.
Asayişa bi ser PYDê li bajarê Qamişlo, endamê Polîtburoya PDK-Sê û di heman demê de endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir piştî zêdetirî ji 3 meh û nîvan ji zîndanên xwe serbest berda.
Çekdarên PYDê li bajarê Qamişlo roja 9 Gulanê bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girtibû 13 endamên wê emîndariyê jî binçav kiribûn, ku Mihsin Tahir jî di nava wan de bû.
ENKSê berî demekê ragihandibû ku rewşa tenduristî ya Mihsin Tahir di zîndanên Rêveberiya Xweser de gelekî xirab e û pêwîstiya wî bi çareserkirina bijîşkî heye, berî 2 hefteyan jî Mihsin Tahir bo nexweşxaneya Nor a Qamişlo hatibû veguhastin.
