Dêrik… Çekdarên PYD 4 serkirdeyên PDK-S revandin

Dêrik… Çekdarên PYD 4 serkirdeyên PDK-S revandin

12:46:47 PM

RojavaNews:Duh roja Yekşemê demjimêr sê û nîvê êvarê Şanda Partiya Dîmoqrata kurdistan -  Sûriya li bajarê Dêrikê dema ku, dixwast seredana Mihsin Tahir Endamê polîtbîroya Partiya Dîmoqratî kurdistan Sûriya bike ku, berî du rojan ji zîndanên PYD serbest hatbû berdan binçavkirin .

Şanda PDK-S ku ji hijmarek Serkird û Endam û alîgrên partî pêk dihat ji aliyê girupên rûnixumandî yên cekdarên PYD û PKK li rêgira  sayloyên Dêrikê hat bincavkirin û derdora sê demjimêr û nîvan revandî man û rastî eşkenca derunî û lîkolîn û gotnên xirab hatin û piştî lîkolîn û m'amelya xirab rê nedan şanda Partî ku serdana serkirdê partî Mihsin Tahir bikin û bi zora çekê û gefan şanda PDK-S ji bo bajarê Dêrikê vegerandin .

hêjayê gotinêye, Şanda Partî pêk dihat ji Besê Ebdê –Ebdalrehman Qasim –Hisên Silêman –Perîxan dawud endamên komîta navendî ya Partî Dîmoqratî kurdistan  Sûriya û herweha hijmarek ji edamên û alîgrên partî.