Derhênerê navdarê kurd Behmen Qubadî ket rêza 25 derhênerên herî baş yên cîhanê

Derhênerê navdarê kurd Behmen Qubadî ket rêza 25 derhênerên herî baş yên cîhanê

14:59:53

 

Rojava News: Derhênerê navdarê kurd Behmen Qubadî ket rêza 25 derhênerên herî baş yên cîhanê.

Encamên rapirsî û lêkolînên dezgeha sînemayî ya bi navê “Rotten Tomatoe” û malpera sînemayî ya “Metacritic” li ser derhênerên herî baş yên sedsala 21 hatin eşkerekirin.

Li gorî wan encaman, 25 derhênerên cîhanê hatin destnîşankirin ku di nav wan de derhênerê kurd Behmen Qubadî jî heye.

Yek ji mercên wê lêkolînê ew bûye ku divê her derhênerek karîbe ji desetpêka sedsalê ve heta niha herî kêm 4 fîlmên dirêj çêbike. Li ser vê pîvanê, fîlmên “Dema Mestiya Hespan” (sala 2000), “Kilamên Dayîka Welat” (Sala 2002), “Kîsel Jî Difirrin” (Sala 2004), “Nîve Heyv” (sala 2006) û “Haya Kesî Ji Pişîkên Îranê Nîne” yên Behmen Qubadî hatine lêkolînkirin û biryar hatiye dayîn ku Qubadî bikeve rêza 25 derhênerên herî baş yên cîhanê.

Behmen Qubadî sala 1969 li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye lê li bajarê Sine mezin bûye. Qubadî demek kurt li Tehranê dest bi xwendina sînemayê kir lê xilas nekir û dest jê berda û yekser dest bi çêkirina fîlman kir. 

Qubadî heta niha gelek fîlmên kurt û dirêj çêkiriye û xelat di warê sînemayê de standiye. Hinek fîlmên ku Qubadî çêkirine, ev in: “Dema Mestiya Hespan” (sala 2000), “Kilamên Dayîka Welat” (Sala 2002), “Kîsel Jî Difirrin” (Sala 2004), “Nîve Heyv” (sala 2006) û “Haya Kesî Ji Pişîkên Îranê Nîne” (Sala 2009).