LeşkerênTurk yên ku 4 xortê Efrînê îşkence kirinbûn hatin girtin!

LeşkerênTurk yên ku 4 xortê Efrînê îşkence kirinbûn hatin girtin!

11:11:06

 

Rojava News:SerbazênTukiyê 4 xortên Efrînî dema ku di xwestin ji Rojavayê Kurdistan derbasî bakurê Kurdistanê bibin desteserkirin û piştre jî bi şêwayekî ne mirovane ew xort îşkence kiribûn.

Piştî ku li ser ragihandinê ew rewşa ne mirovane li ser ragihandinê belavbû fermandariya giştî ya artêşa Turkiyê li ser lêdana 4 ciwanên ku li ser sînorê Sûriyê û Turkiyeyê ji aliyê serbazên turk ve hatine îşkencekirin, daxuyaniyek da û ragihand, ku destê 4 serbaza di lêdana wan kesan de hebû ye.

Dîmenên lêdan û îşkencekirina 4 xortan ji aliyê serbazên artêşa Turkiyê ve , ku dixwatin ji sînorê navbera Sûriyê û Turkiyê derbas bibin, di medyayên civakî de bi awayekî berfireh belav bûye û nerazîbûnek tund li pey xwe çê kiriye.

Ji ber zêdebûna bertekên nerazîbûnê, Artêşa Turkiyê li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, tê piştrastkirin ku leşkerên wan li ser sînor ciwanên Efrînê îşkence kirine û ew dê cezayê pêwist bidin wan leşkeran.

Piştî bi dawîkirina lêpirsînê, her 4 serbaz bo dadgehê hatine şandin û bi biryara dadgehê 3 ji wan serbazan hatin girtin û serbazek jî hat berdan.