Rojnameyek Îsraîlî: Pêwîste em piştevaniya avabûna dewleta Kurdistanê bikin!

Rojnameyek Îsraîlî: Pêwîste em piştevaniya avabûna dewleta Kurdistanê bikin!

11:58:08

 

Rojava News:  Rojnameyek Îsraîlî di ser gotara xwe de belav kir, ‘’Pêwîste Îsraîl piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.’’

Rojnameya Orşelîm Post a Îsraîlê di sergotara xwe ya roja yekşemê 30.07.2017ê de amaje bi vê yekê dike ku gelê kurd wek gelê cihû, ‘’Hezaran sale bûye qurbana hukmê kes û aliyên din.’’

Rêveberên wê rojnameya Îsraîlî pêwîst dibînin ku welatê wan piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike, ‘’Pêwîste li ser me erke, ku piştevaniya daxwaziyên gelê kurd bikin bo geheştina serxwebûnê.’’