14:48:20
Rojava News: Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm beşdarî bernameya televîzyona CNN International bû û ragehand divê Kerkûk ji Iraqê veqete û bi Kurdistanê ve were girêdan. Herwaha diyar kir divê kerkûkî di referandumê de dengê erê bidin.
Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Demên borî di navbera têkiliyên kurd û Iraqê de gelek pirsgirêk derketin. Nêheqiyên ku li kurdan hatin kirin îspat kir ku êdî kurd bi ti awayî nikarin bi Bexdayê re bijîn."
Necmedîn Kerîm got: "Eger Iraq vê helwesta xwe bidomîne li gorî baweriya min dê nikaribe yekperçe bimîne. Gelek welat destê xwe dixin nava kare Iraqê. Amerîkayê alîkariyeke mezin li Iraqê kir, lê niha gelek serokên Iraqî Amerîka wek dijmin dibînin."
