6:39:49 PM
RojavaNews: Rêkxistina“Bijîşkên Bêsînor” ragihand ko xelkên bajarê Reqayê yên ji hêla milîtanên PYD ya tirorist ve hatine dorpêçkirin, ji guhdana Pizîşkî ya di rewşa awarte de û heyberên “jiyanê rizgar dikin” bêpar in, û daxwaz kir ko alîkarî bigihên wan. Û rêkxistinê di daxuyaniya xwe de doh daxwaz kir ko “parastina sivîlan li Reqa dabîn bibe û rê bidine wan ko guhdana bijîşkî bi wan bibe û bihêlin birîndarên cengê derxînin”.
Rêkxistinê destnîşan kir ko giring e “rê bidine rêkxistinên navdewletî yên berpirsiyarên têkbirina mayûnan tako rê bidin niştecihan da li malên xwe vegerin û rêkxistinên hawarhatinê alîkariyên Pizîşkî ji wan re bînin.”
Rêkxistinê anî ziman ko tîmên wê 415 nexweş ji bajarê Reqa û gundên derdorê çareser kirine, piraniya wan sivîlên ko bi teqemeniyan an bi mayûnan birîndar bûne.
Hevrêzkara Pizîşkî di rêkxistina “Pizîşkên Bêsînor” Vanêsa Kiramond got “gelek şûnmayên mayûnan li bajarokên derveyî bajêr mane, û nahêlin xelk jiyana xwe ya xwezayî berdewam bikin ”. û diyar kir ko tîmeke wan ya Pizîşkî ji neçarî karê xwe rawestand, çimî naskir ko avahiya têde kar dikin mayûn têde hene.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart
