Zincîra revandinê ji aliyê PYD ve berdewame

Zincîra revandinê ji aliyê PYD ve berdewame

7:33:42 PM

RojavaNews: Sê Heyv li ser revandina Endamê Komîta Herêmî yê Partiya Demoqrata Kurdistana –Sûriyê Deham Remezan Hisên ji Aliyê çekdarên PYDê ve  li devera Koçera derbasdibe.

Endamê Komîta Herêmî yê Partiya Demoqrata Kurdistana –Sûriyê Umer Isma’îl ji RojavaNews re ragihand ku,çarenivîsa kurê xwîşka wî Deham Remezan  hîn nediyare , piştî ku di 30.4. 2017 an de ji aliyê istxbaratê bi ser PYDê ve dema ku ew ji nav zeviyên xwe vedgeriya revandin.

Malbata Deham di rêya malpera RojavaNews re bang li hemû Rêxistinên Mirovî , civakî  û Partiyê Kurdistanî dikin ku , destêwerdanê bikin da ku çarenivîsa hemû girtiyên Siyasî û dinav wan de Deham bizanbin.

Deham Remezan ji daykbûyê gundê Sêgira ye 1983 ,û di sala 1999 tevlî refê partî bû.