23:25:49
Rojava News: Fermandarê Supaya Pasdaran a bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, wan karî piştî 60 salan ala Îranê li ser çiyayê Qendîlê daliqînin.
Îro sêşembî 1ê Tebaxa 2017ê li bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê, merasîmek ji bo rêzgirtina ji çekdarên xwecihî yên hikûmeta Îranê ku Îran wan bi "Pêşmergeyên Kurd ên Musilman" bi nav dike, hate sazkirin.
Di merasimê de, Fermandarê Supaya Pasdaran li Piranşarê da xuyakirin, ku wan planeke taybet ji bo parastina ewlekariya sînorên Îranê diyar kirine û serkevtinên baş di cîbcîkirina wê planê de bi dest xistine.
Serdar Şekûrî got, wan piştî 60 salan karîn ku ala Îranê li ser çiyayên Qendîlê bilind bikin û tekez kir, ku çekdarên xwecihî roleke giring di cîbcîkirina wê planê de lîstine.
Di merasîmê dem Seîd Celîlî wek nonerê Rêberê Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî beşdar bû û ragihand, sînorên Îranê sînorên aştiyê ne û tekez kir, ku Îran û cîranên wê sûdê ji wê yekê dibînin.
Celîlî herweha destnîşan kir, ku li ser biryara Rêberê Îranê, ew dixwazin hinek ji bo başkirina rewşa jiyana kolberan karan bikin.
Di sala 2011 de, di navbera hêzên Îranê û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)ê de şerekî dijwar derket, ku çend mehan dom kir, lê di dawiyê bi rêkevtineke navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Îranê dawî bi şerê navbera PJAKê û hêzên Îranê hat.
Piştî wê rêkevtinê, hêzên leşkerî yên Îranê û bi taybet hêzên Supaya Pasdara li gelek bilindahiyên ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê binke û burcên leşkerî ava kirin. Yek ji wan çiyayên stratejîk ku Îranê li ser wê navendeke leşkerî çê kiriye, çiyayê Casûsanê ye, ku di dema şer de di bin kontrola gerîlayên PJAKê de bû, lê piştî rêkevtinê, hêzên Supaya Pasdaran li wê derê hatin bicihkirin.
PJAK partiyeke ser bi PKKê ye, ku di sala 2003an de û di çarçoveya guhertinên nava PKKê de hate damezrandin û xwe weke partiyeke Rojhilatê Kurdistanê pênase dike. Lê belê heta niha partiyên Rojhilatê Kurdistanê îtîraf bi hebûna PJAKÊ weke partiyeke rojhialtî nekirine
