Li Sine girtiyek siyasî yê kurd hat darve kirin!

Li Sine girtiyek siyasî yê kurd hat darve kirin!

12:03:28

 

Rojava News: Li gor nûçeya malpera taybet a mafê mirov a rojhilatê Kurdistanê, îro li girtîxaneya Sine girtiyek siyasî yê kurd ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hate darve kirin.

Malpera mafê mirov Hengaw vê derbarê de belav kir, îro 02.08.2017ê cezayê darve kirinê yê girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Murteza Rehmanî li girtîxaneya navendî ya bajarê Sinê birêve çû.

Ew girtiyê kurd du roj berî naha biribûn odeya takekesî ya girtîxaneya navendî ya Sine.

Murteza Rehmanî xelkê gundê Tîleko ya bi ser Kamyaran e û sala 2011ê hatibû girtin û piştre zivistana 2013ê de bi tawana endamtî û alîkariya yek ji partiyên kurd ên dijberê Îranê û herwaha kuştina du endamên sipaha pasdaran ve hukmê sê car darve kirinê jê re hatibû dayîn.

Ew hukmê darve kirinê îro ji aliyê dadgeha şoreşê ya bajarê Sine ve hate pêkanîn.