Rojava News: Sê sal bi ser jenosîd û komkujiya kurdên êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve derbas dibe. Hîn bi hezaran êzîdî di destê DAIŞê de mane.
Îro 3 Tebaxê, sêyemîn salvegera êrişa terorîstên DAIŞê li ser devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ye. Terorîstên DAIŞê 3 Tebaxa 2014 bi awayekî hovane êrişî wê devera Kurdistanê kirin, bi sedan kes kuştin, bi hezaran keç û jin û zarok revandin, ji ber wê êrişê bi deh hezaran kes jî koçber bûn.
Li gorî amarên dawî, 360 hezar welatiyên Şingalê ji ber êrişa DAIŞê koçber bûne, zêdetirî 1500 kes hatine kuştin, zêdetirî 6500 kes hatibûn revandin lê zêdetirî 3 hezar kes hatine rizgarkirin yên din jî di destê DAIŞê de mane.
Bajarê Şingalê roja 13 Kanûna 2015 bi fermandehiya Serok Barzanî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hat derxistin.
Çend datayên li ser kurdên êzidî ji destpêka şerê DAIŞê heta niha wisa ye:
45 gorên komî hatine dîtin
68 tirbe ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin
380 hezar kes aware bûne
100 hezar kes çûne derveyî Kurdistanê
427 zarok bê dayîk mane
365 zarok dê û bavên xwe winda kirine
220 zarok di destê DAIŞê de ne
Windahiyên li deverên cuda yên Şingal û Neynewayê
Gundê Koço
396 şehîd
180 kes hatine revandin û winda bûne
628 kes hatine rizgarkirin
Şingal û derdora wê
109 şehîd
201 kes hatine revandin û winda bûne
527 kes hatine rizgarkirin
Til Qesab û derdora wê
184 şehîd
164 kes hatine revandin û winda bûne
425 kes hatine rizgarkirin
Gundê Herdan û derdora wê
71 şehîd
269 kes hatine revandin û winda bûne
197 kes hatine rizgarkirin
Devera Cezîrê
301 şehîd
112 kes hatine revandin û winda bûne
125 kes hatine rizgarkirin
Til Benat û derdora wê
68 şehîd
268 kes hatine revandin û winda bûne
174 kes hatine rizgarkirin
Xanesor û derdora wê
41 şehîd
123 kes hatine revandin û winda bûne
115 kes hatine rizgarkirin
Girzerk û derdora wê
91 şehîd
96 kes hatine revandin û winda bûne
79 kes hatine rizgarkirin
Giştgir
1 kes hatiye revandin an winda bûye
229 kes hatine rizgarkirin
Gundê Nesiriye
7 şehîd
196 kes hatine rizgarkirin
Qadisiye û derdora wê
11 şehîd
17 kes hatine revandin û winda bûne
115 kes hatine rizgarkirin
Dugur û derdora wê
21 şehîd
52 kes hatine revandin û winda bûne
65 kes hatine rizgarkirin
Endelus û derdora wê
12 şehîd
32 kes hatine revandin û winda bûne
79 kes hatine rizgarkirin
Gundê Rojavayê Rimbûsî
4 şehîd
38 kes hatine revandin û winda bûne
39 kes hatine rizgarkirin
Nahiyeya Sinûne
19 şehîd
13 kes hatine revandin û winda bûne
44 kes hatine rizgarkirin
Zorava
34 şehîd
3 kes hatine revandin û winda bûne
38 kes hatine rizgarkirin
Gundê Xatimiye
6 kes hatine revandin û winda bûne
41 kes hatine rizgarkirin
Gundê Yermûk
23 şehîd
17 kes hatine revandin û winda bûne
1 kes hatiye rizgarkirin
Ji Misilman û Mesîhiyan
21 şehîd
6 kes hatine revandin û winda bûne
4 kes hatine rizgarkirin
Bi tevahî:
1543 şehîd
1947 kes hatine revandin û winda bûne
3446 kes hatine rizgarkirin
Heta niha Kongreya Amerîka, Wezareta Derve ya Amerîka, parlamentoya Yekitiya Ewropa û hikûmeta Iraqê komkujiya êzîdiyan wek jenosîd nas kirine.
