13:22:57
Rojava News:
Leşkerên Tirkiyê li ser sînor 4 sîvîl kuştin!
13:22:57
Rojava News:Leşkerên Turkiyê li ser sînorên Hatayê û Bakûrê Kurdistanê gule bi ser welatiyên sivîl ku dixwestin sînor derbasbikin barandin û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin.
Leşkerên Turkiyê duh (2-8-2017) 4 ciwanên ji Sûriyê ku dixwestin ji ser sînorê li Gundê Hamda a girêdayî navçeya Rihanliyê ya bi ser bajarê Hatayê derbas bibin dane ber gulebaranê.
Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin di encama gulebarana leşkerên Turkiyê de 4 gencê Sûrî jiyana xwe ji dest dan.
Xelkê deverê piştî gulebaranê gihan cihê buyerê û nerazîbûna xwe li beranber Leşkerê Turk yê ser sînor nîşan dan, arbedeyek di navbera wan û leşkerên Turk de derket.
Leşkerên Turk li ser sînorên Hatayê û Bakûrê Kurdistanê gule bi ser welatiyên sivîl ku dixwestin sînor derbasbikin barandin û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin.
