13:25:00
Rojava News:Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Pîranşarêو hêzên ewlehiyê yên Rijîma Îranê gule bera kolberekî dabûn û ew birîndar kiribûn. Wî kolberî li nexweşxaneyeke bajarê Mihabadê jiyana xwe ji dest da. Herwiha kolberekî din jî, ji ber teqîna mayînekê, lingekî xwe winda kir.
Navê kolberê, ku hêzên ewlehiyê yên Îranê gule reşandibûn "Celal Balan" bû û piştî birîndarbûnê, 6 roj li nexweşxaneyê hate dermankirin, lê nekarî li ber xwe bide û jiyana xwe ji dest da.
Celal Balan Mihemed xelkê gundê Hucran bû û roja îna derbasbûyî, hêzên ewlehiyê yên Îranê li Pîranşarê teqe lê kiribûn.
Weke hin kolberekî din ê bi navê Mensûr Resûlî Azer jî pê li mayînê kiriye û lingê xwe yê rastê winda kir.
