Tirkiye çekên giran danîn ser sînorê Efrînê!

Tirkiye çekên giran danîn ser sînorê Efrînê!

13:23:39

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê duh bi şev karwaneke top, tank û cebilxaneyên leşkerî derbasî navçeya Îslahiye ya bajarê Dîlokê, li ser sînorê Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirine.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, karwanek ji 6 kamyonên barhilgir, ku top û tankan hildigirin, ji aliyê bajarê Kilîsê derbasî navçeya Îslahiye ya Dîlokê bûne û piştre derbasî baregehên leşkerî yên li ser sînorê Efrînê bûne.

Artêşa Tirkiyê piştî hewldana kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê, piraniya hêzên leşkerî yên derdora Enqerê û Stembolê veguhastibûne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî Efrînê.

Bi gotina çavkaniyên xwecihî yên Efrîn û Şehbayê, beşek ji wan hêzên Artêşa Tirkiyê derbasî Ezazê û herêma Şehbayê bûne û li wê derê ligel hêzên dijbereya Sûriyê êrîşan dibine ser navçeyên Efrîn û herêma Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê.