Rê ya Efrîn û Helebê nehatiye vekirin!

Rê ya Efrîn û Helebê nehatiye vekirin!

13:30:12

 

Rojava News: Çavkaniyekê ji Efrînê ragihand, ku rêya di navbera Efrîn û Helebê de ev 5 roj in, li ber çûnûhatinê hatiye girtin.

Bi gotina çavkaniyekê ji dijbereya Sûriyê, hêzên Artêşa Sûriyê, çeper û berbestên axê li ser rêya nahiyeya Mayir danîne, ku bi vê rêyê otomobîl ji Efrînê dihatine bajarokên Nubul û Zehra û piştre derbasî Helebê dibûn.

Ji ber ku ev take rêya di navbera bajarê Efrînê û Helebê de ye, êdî bi girtina vê rêyê rewşa abûrî ya Efrîn û navçeyên derdorê, dikeve astengiyê.

Bi gotina hin çavkaniyên dijbereyê, sedema sereke ya girtina vê rêyê ew e, ku hêzên YPGê rê nadin otomobîlên ku tabloyên wan ne yên Rêveberiya Xweser in, derbasî vê herêmê bibin. Ev yek jî bûye sedema nakokiyan di navbera hêzên hikûmetê û YPGê de.

Tê zanîn ku ji roja Sêşema bûrî ve rêya navbera Efrîn û Helebê hatiye girtin.