13:59:37
Rojava News: Ji bo piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê piştevanî her diçe berfirehtir û mezin dibe.
Yek ji wan piştevaniyan jî gavên ji aliyê ciwanên bakûrê Kurdistanê ye û ciwanên bakûrê Kurdistanê ji bo pitşevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dê ji Şirnexê heta Hewlêrê bimeşin. Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) biryarek girîng girtin û ragehandin ku ji bo piştgirîya referandûma Kurdistanê, ewê ji Bakurê Kurdistanê bimeşin û berê xwe bidin Hewlêrê.
Li gor daxuyanîya CNK, wê meşa wan di 11ê Îlonê de dest pê bike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bibe.
Di vê derbarê de Berdevkê CNK Jiyan Timurtaş, derbarê armanc û naveroka meşê de agahdarî dan raya giştî. Timurtaş diyar kir ku ewê ji bo piştgirîya referandumê bimeşin û dixwazin wek helmetek û kampanyayekê beşdarî xebatan bibin.
Jiyan Timûrtaş, anî zimên ku, em wek xebata kampanya referandomê vê meşê li dar dixin û em bi canê xwe li vê biryarê xwedî derdikevin“.
Meş wê bi sed kesî dest pê bike û li Hewlêrê bi dawî bi
