12:08:42
Rojava News: Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ragihand, ku ew ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal dixebitin.
Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîna xwe ya ajansa nûçeyan a Almanî ya DPAyê de got: "Em ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal dixebitin. Hewldaneke me ji bo avakirina Kurdistana Rojava tuneye."
Salih Mislim di berdewamiya axaftina xwe de ji bo mana hêzên Amerîka li Rojava got: "Amerîka bi awayekî demkî navendên xwe li Rojava ava kirine, pispor û şêwirmendên Amerîkayê jî niha ji bo birêvebirina şer li herêmê ne. Amerîka ji bo qonaxa piştî têkçûna DAIŞê ti soz nedaye me."
Mislim di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Ti peymanên siyasî di navbera me û Amerîkayê de tinene, tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê hêzên hevpeymanan alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin."
