11:34:38
Rojava News: Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê dîwarekî din li ser sînorê navbera xwe û Rojava ava dike û hêza leşkerî li wir bi cih dike.
Artêşa Tirkiyeyê dîwarekî din li ser sînorê ji gundê Sorkê û ta bi gundê Edama yên navçeya Raco ava dike û cihên topxane û hawanan jî li ser wî sînorî amade dike.
Wek tê zanîn beriya niha jî artêşa Tirkiyeyê li gelek navçeyên sînorî yên di navbera xwe û Rojava de dîwar ava kiribûn û hêzeke zêde jî kom kiribû û li hin navçeyên Efrînê jî darên zeytûnan hilkiribûn.
Ji aliyê din ve Tirkiyê her car dibêje ew amadekariya operasyoneke leşkerî li dijî YPGê li Efrînê dike. Ji bêhtirî mehekê ve ye jî Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û bakurê Helebê dide ber topan.
