11:45:49
Rojava News: Li gor raportên malperên taybet ên mafê mirov li rojhilatê Kurdistanê duh du kasibkarên kurd nêzîk bajarê Salas Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji ber gule berdana hêzên ewlehiyê kesek hat kuştin kesek jî birîndar bûn.
Li gor raporta malpera Hengaw duh 07.08.2017ê nêzîk gundê Danyal a ser bi bajarê Salas Bawecanî, hêzên ewlehiyê yên Îranê gule berdan wesayîteke pîkab a kasibkaran û kasibkarek bi navê Mihemed Qeytûlî yê xelkê Pawa jiyana xwe ji dest da.
Hêzên ewlehiya Îranê bi gumana bar û tiştên qaçax û bê ku ti agahdarkirinekê rasterast gule berdane wan kasibkaran û kesek kuştin, kesê din jî birîndar kirin.
Li gor heman çavkaniyê kesê ku hatî kuştin zewicî ye û xwedî du zarok e.
Ji aliyê din ve duh ji ber gule berdana hêzên sînor ên Îranê li sînorê Salas Bawecanî ya li dijî kolberan de, kesek bi navê Ferîd Mihemedzade ji bilindayiyekê ve ketxwar û bi giranî birîndar bûye.
