Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin

Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin

13:43:55

 

Rojava News: Balyozê Misrê yê li Bexdayê Alaa Musa li Parlementoya Iraqê de bi heyeta PDKê re hevdîtinek pêkanî. Musa got: "Di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin."

Serokê Grûba PDKê yê Parlementoya Iraqê Şaxevan Abdullah ji xeyrî Wezareta Derve ya Iraqê bi balyozên Amerîka, Avusturalya, Misir û yê Kuwêtê re hevdîtin pêkanîn. Abdullah di axaftina xwe de got: "Helwesta balyoz û dîplomatan ne neyînî bû. Ti kes ji wan li dijî referanduma serxwebûnê derneket."

Şaxewan Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balyozê Misrê Alaa Musa di hevdîtina me de got ‘heke hûn û bi Bexdayê re li hev bikin, roja peyre em jî serxwebûna Kurdistanê nas dikin."

Li gorî daxuyaniya Şaxewan Abdullah ku navê wî neda rêberekî sunî di hevdîtina xwe ya ligel heyetê de gotiye ‘li şûna ez di hikûmeta Bexdayê de rêvebirek bin, ez di dewleta Kurdistanê de mirovekî ji rêzê bim çêtir e.'