Tirkiyê ji bo dorpêça ser Efrînê Dîwaran lêdike!

Tirkiyê ji bo dorpêça ser Efrînê Dîwaran lêdike!

12:38:49

 

Rojava News: Dîwarekî din ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li hemberî gundê Sorkê û Deşta Edema li bajarokê Reco ya Efrînê hat avakirin. Dîwarê duyem li bakurê dîwarê yekem hatiye avakirin, herdu dîwar di nava zeviyên gundiyan de hatine çêkirin.

Artêşa Tirkiyê dîwarekî duyem li ser sînorê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ava dike. Dirêjahiya dîwarê duyemîn 5 kîlometre ye. Herwiha 3 metre kûrahiya dîwarê duyeme. Dirêjahiya sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê 700 kîlometre ye û Tirkiyê heta niha bi dirêjahiya 550 kîlometreyan dîwar ava kiriye.

Ji aliyê din ve, çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Efrînê ragihand, ku Artêşa Tirkiyê, di navbera gundên Kurdo û Izrî de, ku ser bi Efrînê ne, herwiha di navbera gundên Mama Erabo û Bigogî de, ku ser bi Bakurê Kurdistanê ne, hejmarek ji burcên çavdiriyê danîne.

Bi gotina vê çavkaniyê, sibeha Sêşemê, Artêşa Tirkiyê serbazên xwe li ser hêla sînorî di navbera gundên Kirdo û Izrî de û di navbera gundên Mama Erabo û Bigogî de bicih kirin. Van serbazên tirk dest bi kolana xendekan kirin.

Çavkaniyê xwecihî, da zanîn, ku ev burcên çavdêriyê ji konkirîtê hatine dirustkirin û bilinbbûna her yekê ji wan dighêje 20 metreyan û ji van burcan çavdêriya 10 kîlometreyan tê kirin. Herwiha egera wê yekê heye ku nîşangir jî di van burcan de hebin.