Barzanî: Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye
Barzanî:  Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye

Barzanî: Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye

13:36:29

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî careke din tekez kir, ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye û dibêje: “Em henekan bi gelê xwe nakin û giştpirsiyê paşve naxin.”

Serok Barzanî, îro Çarşemê 09-08-2017an, li Hola Sedî Ebdullah a bajarê Hewlêrê li gel zanayên olî civiya û gotarek pêşkeş kir.

Mesûd Barzanî di gotara xwe de got: “Giştpirsî ne yê takekesekî ye, yê hemû partiyan û hemû gelê Kurdistanê ye. Giştpirsî ji bo gihitşina serxwebûnê amrazek e ne ku armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku prensîbên şîrîkatiyê li Iraqê nemane û mînaka Artêşa Iraqê anî ziman û diyar kir: “Berî rêjeya kurdan di nava Artêşa Iraqê de ji sedî 40 bû. Lê niha ev rêje gelek kêm e û hema bêjin nemaye.”

Di berdewama axaftina xwe de Serok Barzanî dubare kir, ku rewş û nêzîkatiya Bexdayê ya bi vî awayî nayê qebûlkirin.  Derbarê “bereya na” û helwesta welatên ku daxwaza paşxistina dema giştpirsiyê dikin, Barzanî û wiha berdewam kir:

“Behsa paşxistina giştpirsiyê dikin. Bila bên û ji gelê Kurdistanê re bêjin paşbixin. Ka garantiya paşeroja me çi ye?”

Barzanî behsa misogeriya serkeftina giştpirsiyê kir û ev mînak anî ziman: “Ti kes bi qasî Paul Bremer ne li dijî federalîzma Iraqê bû. Lê bû dîfakto anku rastî.”

Hêjayê gotinê ye, ku dîplomatê amerîkî Paul Bremer, piştî hilweşandina rejîma Saddam Husên di sala 2003ê yê de bû hakimê sivîl ê Iraqê.