Efrîn: Artêşa Tirk gundê Eyn Deqnê topbaran dike

Efrîn: Artêşa Tirk gundê Eyn Deqnê topbaran dike

 

14:02:09

Rojava News: Artêşa Tirkiyê gundê Eyn Deqnê yê girêdayî bajarokê Şehbayê, topbaran dike.

Artêşa Tirkiyê li gel çekdarên dijbereyê gundê  Eyn Deqnê ji sibehî ve topbaran dike.

Hat zanîn; gundên Semoqa, Bendava  Şehba, Til Medîq, Şêx Îsa, Elqemiye û Hasîn ên girêdayî Şehbayê jî duhî hatibûn topbaran kirin.

Herweha Dewleta Tirkiyê ji aliyekî ve dîwarê sînor lêdikê, ji aliyê din ve jî balafirên wê yê keşfê li ser asmanên Efrînê munewera dikin.