14:41:27
Rojava News: Hat zanîn ku li nêzîkî bajarên Pîranşar û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şerên giran derketiye û komek pasdar hatine kuştin û birîndar bûne.
Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihandiye, şeva borî li devera Sîngan ya bajarê Şino pêşmergeyên Rojhilatî êrişî pasdaran kirine û “derbên giran” li wan dane.
Di nûçeyê de nehatiye gotin ka çend pasdar hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyê daye zanîn ku hevdem ligel şerê Şino, li nêzîkî bajarê Pîranşarê jî şerekî giran di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de qewimiye, di wî şerî de herî kêm 2 pasdar hatine kuştin.
Hatiye gotin ku di wan şeran de tiştek bi pêşmergeyan nehatiye.
Duh li nêzîkî bajarê Kamyaran li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî di navbera çekdarên nenas û pasdaran de şer derketibû, di wî şerî de jî herî kêm 3 pasdar hatibûn kuştin.
