12:44:40
Rojava News: Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî nû ava dike.
Li gorî nûçeya AAyê ku dispêre berpirsekî artêşa Iraqê bi navê mûqedem Mehdî Xefacî ragehand ku, li gorî peymana leşkerî ya navbera Washîngton û Bexdayê, Amerîka li navçeya Zûmarê ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ava dike.
Mehdî Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Biryare ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bike. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pisporên wê bi wesayîtan giheştine cihê navendê û li wir niştecîbûne. Tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 kesî karê bingehê bi dawî kirine."
