13:00:36
Rojava News: Duh êvarî di encama êrîşeke çekdarên DAİŞê li ser xalên devera Himême li başûrê Dêre Zorê,Nêzîkî 80ê leşkerên Rêjîmê hatin kuştin.
Dezgehên medyayî yên ser bi DAİŞê ve wêrankirina navenda operesyonên Rêjîmê bi otombîleke bombekirî ragihandin, herweha pênc tank û heft otombîlên leşkerî wêran bûn.
Dezgehên DAİŞê domandin ku çekdarên DAİŞê 65 kon şewitandin, û sê metralyozên giran jî wêran kirin.
Hêjaye gotinê ku ev ne êrîşa pêşî ye ji çekdarên DAİŞê re ku ji nişkêve dikşîne ser bargehên Rêjîmê û bi taybet piştî serkeftinên dema dawî yên Rêjîma Sûrî.
