13:26:30
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya El Ehram a Misirê re ragihand, ku armanca giştpirsiyê serxwebûn e û pêwîstiya Kurdistanê bi destûrdana ti aliyekî nîne.
Rojnameya El Ehram a Misirê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevpeyvînek pêk anî.
Di hevpeyvînê de Mesûd Barzanî tekez kir, ku armanca giştpirsiyê, serxwebûna Kurdistanê ye.
Li ser pirsa "Gelo di navbera kurdên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye de ji bo dewleteke kurdî tifaqek heye?" Barzanî aşkere kir, ku hemû gelê kurd dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin.
Di derbarê helwesta Tirkiyê ya li hember giştpirsiyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, ku daxuyaniyên ku li medyayê têne belavkirin, bi giştî, li dijî prensîba mafê gelê Kurdistanê nîne, lê ji ber ku prensîbên wan li gel rêzgirtina yekparçeyiya welatên din e, loma daxuyaniyên wan bi vî awayî ne û herwiha aşkere kir, ku ew helwesta wan welatan fêm dike.
Herwiha di hevpevînê de peyama Barzanî ji bo welatên herêmê wiha ye:
Ji bo Bexdayê:
“Em di şirîkatiyê de bi ser neketin, bang dikim ku em bibin du cîranên baş.”
Ji bo Enqerê:
“Emê bibin cihê aramî û ewlehiyê.”
Ji bo Şamê:
“Em rêz li nêrînên gelên Sûriyê digrin û ti nakokiyên me tine ne.”
Ji bo Riyadê:
“Gel û hikûmet û şah heval û dostên me ne, bi hebûna pêwendiyên me, em kêfxweş in.”
Ji bo Tehranê:
“Helwesta wan a li roja êrişa DAIŞê ya bi ser Kurdistanê em jibîr nakin. Welatê herî pêşî bû ku piştgiriya me kirin.”
Ji bo Qahîreyê:
“Pêwendiyên me yên li gel Qahîreyê dîrokî ne. Rêberê Kurd Mele Mistefa Barzanî di sala 1958an de li Moskowê bi rêya Qahîreyê vegeriya Bexdayê û Serok Ebdunasir dît.
