Xortekî ji Rojava li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Xortekî ji Rojava li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

13:33:01

 

Rojava News: Welatiyekî xelkê Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê dema karkirina li avahiyekê, ji bilindahiyeke 3 metre kete xwar û ji ber birîna dijwar, jiyana xwe ji dest da.

Xortê ji Rojavayê Kurdistanê ji bilidahiyekê ketiye xwarê û serê wî birîndar bûye û li nexweşxaneyê bi dirêjahiya hefteyekê hatiye dermankirin, lê ji ber dijwarbûna birîna wî, îro roja çarşemê jiyana xwe ji dest daye.

Navê wî xortî Ehmed Semîr Îbo ye û xelkê gundê Burazê yê ser bi Kobaniyê ye. Çend sal bû hatibû Başûrê Kurdistanê û karkerî dikir.

Herwiha, Ehmed Semîr Îbo bûbû sal û nîv zewicîbû û bavê keçikekê bû.