Raporeke Mafperwerî  Kiryarên PYDê di Sala 2017an De Eşkere Dike

Raporeke Mafperwerî  Kiryarên PYDê di Sala 2017an De Eşkere Dike

1:52:56 AM

RojavaNews: Tora Sûriyê ya mafên mirovan roja Çarşemê di raporeke xwe de tekez kir ku milîsên PYDê,bi awayekî berfireh kiryarên li dijî yasaya navdewletî ya mafên mirovan li deverên di jêr desthilata wê de pêk anîne, û bi awayekî taybet di rêya  girtina bêserûber re,û revandin û windakirina bi zorê û îşkencekirina çalakvan û siyasetmedarên dijberî siyaseta  wê partiyê.

Toreyê ji destpêka sala 2017an de û heta niha bikêmanî 169 bûyerên revandin û windakirina bi zorê ji çalakvan û siyasetmedarên dijberî wan milîsan re belgeh kiriye, ku  tenê 72 kes ji wan hatine berdan û hêj 97 kes girtî yan windakirî ne.

Rapor amaje bi wê yekê dike ku wan milîsan ti tomet bi wan kesên girtî venekirine, û malbatên wan bi cihê girtina wan agahdar nekirine, û ti zelalkirin jî nedane gelo ka ew zindî yan mirî ne, û carcaran bi girtinê re riswakirin û îşkence heye, û yên ku hatine berdan pêşberî dadgehên daddar nebûne, û tenê tedbîrên rotînî  bi wan re pêk anîne, herwiha cihên girtinê mercên tenduristiyê yên sereke têde tunebûn, wek guhdana tenduristî û paqijiya kesayetî , av, ba  û xwarinê, û vê yekê hişt ku nexweşî di nava girtiyan de belav bibe, û ji bilî van yê girtî nikare ji xwe re parêzerekî bigire û malbata wî nikarin serdana wî bike.

Toreyê di rapora xwe de nimûneyeke zindî tîne ziman, ew jî girtina rojnamevan Barzan Hisên Liyanî ye, nûçegihanê Bernameya ARK li ser kenala Zagrosê, ku di 13ê Gulana 2017an de hatiye girtin, ku ew ji aliyê çekdarên nenas tevlî tirimpêla wî hate revandin, raporê bal kişand ser wê yekê ku hin kesên nêzîkî Barzan ji wan re gotine ku piştî derbasbûna heftiyekê wan ji nûve  nas kir ku hin çekdarên ser bi wan milşsan ve ew revandine.

Herwiha, hin raporên berya niha jî kiryarên wan milîsan belgeh kirbûn  ( Neteweyên Yekbûyî jî hin ji wan kiryaran belgeh kirbûn), ku proseyên koçbarkirina bi zorê li deverên di jêr desthilta wan milîsan  de pêk anîbûn, herwiha, siyaseta girtin û revandina çalakvanên Kurd û her kesê ku dijberiya kiryarên wan dikir dimeşandin, li ser nerîn û boçûnên wan yên li dijî berjewendiya Şoreşa gelê Sûriyê û azadiya wî bi şêweyekî mîna yê rijêma Esed.

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê