( 11:25 )
RojavaNews : Hat ragihandin di torên medyayê de ku welatê Tirkiyê hêzeke giran aniye ser sînorê Bakûrê Sûriyê û gûman heye bi destpêkirina êrîşeke li ser bakûrê Sûriyê û bi taybet bajarê Efrînê ya Kurdî bike
Ebdulkarîm Mohemed- bavê Luqman yek ji endamên komîteya Mekteba Sîyasî yê Partiya Dimoqrata Kurdistan – Sûrya ragihand ji RojavaNews re û wiha got:”ku Tirkiyê azade hêza xwe li hundirê xaka xwe de kombike, lê dema êrîşî ser bakûrê Sûriyê û bi taybet bajarê Efrînê bike ev tişt qebol nabe û destêwerdana Tirkiyê wê tiştên nîgetîv di herêma Kurdî de bihêle û wê hijmarê penaberan zêde bike û ziyaneke girantir ji êrîsa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û bi taybet sivîlên Kurd bike.
Bo zanîna zanyariyên bêhtir guhbihîstê naveroka raportê bibin:
