9:31:51 AM
Rojava News: Helmeta leşkerî ji aliyê YPGê ve berdewame li nav gundên Efrînê. Li gelek gundan mîna gundê Memila dema hat dorpêç kirin bi qaserî 70ê kesî bi zorê birin leşkeriya neçar, hin gundên din mîna Meydan Ekbezê, Qêsim, Kaxirê û gelek gundên din bav û navsalan li şûna lew û keçên wan digirin û dibin YPGê li herêmê yan jî tev Hêzên Parastina Civakî (HPC) ku temenê wan ji 18 salî ta 45 dikin.
Jêderikê ji Rojava News re ragihand û got:” Divê ji her malekê yek kes herê leşkeriya neçar û heger kes ji lawan ne li vir bê li şûna wan divê bav yan kurê bi tenê li tev malbata xwe biçe,û Li gundê Evrazê kurek tenê ji aliyê dayika xwe ew jî birin.”
Kiryarên PYDê li aliyê xelkê Efrînê cihê şermezar û neraziyê ye ji ber ew kiryar bû sedema derketina xurtên ciwan ji herêma Efrînê ku berê xwe didin çolê li cihên nediyar an jî koçberdibin.
Keçek bi navê Meryem Ebdîk ji gundê Qêsim bi ser bajarokê Raco ye ku temenê wê yê 13 salî ji aliyê PYDê ve bo cihekî ne diyar birin u bavê wê metirsî û neraziya xwe xûyakir.
